top of page

Wahşeta Bêsînor...


Wek tê zanîn welatê me Kurdistan, bi destên kolonyalîstên dinyayê hatîye dagerkirin. Dîsa em dizanin ku, çand û edebîyat, ulm û urfan, ne bi xebatên şexsan, piranî bi piştgirîya devletan xurt dibe, gul vedide û pêşda diçe. Di vî warî da Sovyeta kevn, numuneyek pir balkêş e. Saya serê sazûmana Sovyetê, 120 hezan Kurdên Sovyetê, ji 20 mîlyon Kurdên Tirkîyê, hê zêde ulm û urfan, çand û huner afrandin.

Jibo vê sedemê devletên dagerker bi saya serê projên xwe yên kolonyalist, dixwazin koka me bînin, me ji rûbarê dinyayê rakin. Hetanî van salên dawîyê, xwendin û xeberdan û nivîsandina Kurdî, bi zagonên fermî hati bû qedexe kirin. Ev kar û xebatên ku tê kirin, tevkujî ye, jenosît e.

Gelê Kurd pêşberê vî wehşeta bêsînor, millê xwe daye bin bararekî giran. Li her hêlên jîyanê da, li pêşberê zaliman serî hildaye, berxwe dide, şer dike. Ev xebatên birûmet, hê jî berdevam e.

Siyasetmedar û rewşenbîr û welatperverên Kurd, ne tenê di hêlên sîyasetê da, her wuha di hêlên dîrok, ziman, çand û senetê da jî gelek xebatên birûmet didomînin.

Wek tê zanîn ziman, depoya çand û hunera mileta ne. Bi destê pispor û rewşenbîrên miletan çi tê afrandinê davêjin nav depoya xwe. Di nav depoya nivîskî da tu tişt wunda nabe. Lê depoya devkî da, hinek tişt tên guhartin. Gelek varyant derdikeve holê. Hinek ji tê bîrkirin, wunda dibin, ji holê radibin.

Zargotina Kurdî gelek dewlemen de. Dijminên me dixwezin vî dewlemendîya me wunda bikin, ji holê rakin. Jibo vê sedemê divê em tu car nehêlin zargotina gelê Kurd were bîrkirin, ji holê rabe, wunda bibe. Divê em vî dewlemendîya xwe, têxin nav defteran da ku tu car wunda nebe, hetanî qîyametê bijî. Ji ber ku ev kar û xebat, beşek xebatên serxwebûn, azadî û serfirazî ya Kurd û Kurdistanê ye.

Ez di vê nivîsa xwe da dixwazim behsa malbatek Kurdê êzdî bikim. Ew malbat, berê li Sovyeta kevn dijîyan. Paşê hinek neferên vî malbati, ilticayê Avusturyayê kirin. Li Wianayê da “Înstîtûta Kurdzanîyê” avakirin. Gelek salan virda ne, li ser zargotina Kurda xebatek birûmet dimeşînin.

Armanca min ne nasandına vî malbatê ye. Zaten piranî ya Kurda vî malbatê baş nasdikin. Ez dixwazim li ser kar û xebatên wan, piçek agahdarî bidime wa û ji we pişgirî bixwezim.

Bav Casimê Celîl: Edebîyatnas û lêkolîvan e. Kurê mezin Prof Dr. Ordîxanê Celîl: Filolog û lêkolînvan e.. Kurê piçûk Prof Dr. Celîlê Celîl: Diroknas, etnograf û lêkolînvan e. Keça mezin Cemîla Celîl: Müzîknas û kompozîtor e. Keça piçûk Zîna Celîl: Edebîyatnas û verger e.

Ev malbat ji gelek salan virdane, li ser zargotina Kurdî xebat dike. Jibo vê sedemê li Tirkîye, İran, Xoresan, İrak, Surîye, Ermenîstan, Gurcîstan, Kazakîstan, Kirgizîstanê gerîyan e. Dengbêj, cîrokbêj, gotervan guhdarî kirine, dokument kom kirine. Stran, dilog, çîrok. cîvanok, beyt, gotinên pêşîya, îdîyum, nifir, şîn û şahî, kilamên runiştî, kilamên govendê, kilamên evînê, tiştonek, êpîk, destan, qewil, berhev kirine.

Gelek sal berê xebatên xwe, bi tîpên Kirîlî çap kirine. Paşê bi tipên Latînî jî çap kirine. Ev karên xwe yên pîroz hê jî didomînin.

Ev malbat di direktorî ya Celîlê Celîl da li serokbajarê Avusturyayê, Wienê da bi navê “Înstîtûta Kurdzanîyê-Wîen” sazîyek avakirine.

Celîlê Celîl, li Wienê pirtûkxanek gelek dewlemend û balkêş jî avakirîye. Li ser vê pirtûkxanê jî, mêvanxanek amade kirîye. Mêvanên xwe di virda diewîn e. Ez jî çend sal berê bi malbata xwe, li vê mêvanxanê da bibûm mêvan.

Ez, bi alikarîya vê name xwe, bangê tev Kurdên welatperver dikim û dibêjim, ger wext wa hebe, ji kerema xwe herin bibin mêvanê Celîlê Celîl. Kar û xebatên vî camêrê, bi çewên xwe bibînin. Pêşnîyarên xwe ji wî ra bêjin û bi wî ra alîkar bin. Wêca hunê xêrek gelek mezin qezenç bikin. Hûn dikarin bi vasita vî navnîşan û telefonê, bi Celîlê Celîl ra têkilî daynin...

TL: 0043. 67673550 81 E-mail: jaliljalile@gmail.com

 
 
 

Comments


SON YAZILAR

Federalistler

© 2023 by Kathy Schulders. Proudly created with Wix.com 

  • Grey Twitter Icon
bottom of page